World's Last Chance
A New World Order  
  Bible Prophecies
 
ARTICLES
RESOURCES
FOR YOU
SHORT STUDIES
SUBSCRIBE TO OUR UPDATES
Nature Power
Back  
A New World Order Send to a Friend Image of The Beast Print
Read it in the following languages 
FONT SIZE
If you are unable to read this file, then Click Here to download fonts.
 
 
We highly recommend that you also read the Next & Last Pope article after this article
Hindik maye ku nizamekî nû ya cîhane destpê bike: Tu, jibo wê amade yî?
 


  • Emerîka û Papa (Vatîkan) wê dixwaze
  • Derketina wê, tesîra xwe dê li hemî cîhanê bike
  • Berî 2000 salan hate texmîn kirin
  • Çawa rê nedin ku bibinê qurbanên wê
  • “Papa John Paul II, roja Pencsemê jibo afirandina Nîzama Nûya Cihanê bangek kir.” Çîleya Pasîn 2, 2004, The Christian Post

    “Ew ramanekê pir mezin e: nîzamekî nûya cîhanê… bi tenê Emerîka xwedîyê hem rawestînekî exlaqî û hem jî navgînên ku pistgirîya wê bike, ye.” Serokê Emerîka yê Berê George Bush, Axaftina Gela salane, Çîleya Pasîn 29, 1991
    In this article:

    Dinyayê me, di demekê nezîk de vê bi qrîzên global rû bi rû bimîne ku ew yek jî bibe sedema qedandina xwe. Çimkî, dive mirovên hemî cihanê werin amade kirin, em vê mesajê li seranser gelek welatan, bi mesrefek û fîdakarîyek pir giran belav dikin.

    Ji wan kesên ku diwêrin berdewamîya xwendinê bikin, dibe ku “Sansa Dawîya Cîhanê” bê mantiq xwane be jiber ku ji dilê xwe astîya cîhanî û serfirazî hêvî dikî û helbet ne qrîzekê gerdûnî ku axirîya dinyayê bîne û wê daqurtîne.  

    Me hewl da ku reaksîyon û vepirsên te berbîn (tasavvur) bikin û bi bersîv kirina hinek pirsên te, emê destbi rewitîyek li nav paserojê bikin jiber em her du ji fakir dikin ku dinya li sansa xwe ya dawî dinere !

    Wekî Rêberek încîl (Mizgînî)

    1. Mirovên li pas vê nivîsarê kî ne?

    Em, besek ji komekê biÇuk in ku li seranser dinyayê belav bune û ji xwe re tene încilêrêber girtine. Pistî, me demekî gelek direj da xebitîna încîlê, taybetî serbesên ku li ser pesedemîyê me, em tegehestin ku dive em Çi hîn bûn bi we re parve bikin.

    Ev agahî ev qas girîng e ku, jibo ku em vê bigîhnîn we, hazir in jibo wê bikevin binî pir zehmetî û fîdakarîyan. Hêzên pir xurt gelek xebatan dikin ku dengê vê agahîyê bibirin.

    2. Hun Çima încîlê pir cîddî qebul dikin? 

    Di destpekê de, heta ku em bi rast bûna wê ecebmayî man, me încîlê pir cîddî qebul nedikir. Ew qas rast in ku kehanetên berî hezar salan, ji a yekan bigire heta a dawî, bîcîh hatin. Ewê me mecbûr kir ku em bigehjin vê ramanê ku li pistî încîlê, Xwedeyê ku her tistê dizane heye, ku ew ne bi deman hatîye sînbor kirin û her wiha dawîyê ji taa ji destpekê dizane.

    Em her wiha hîn bûn ku Afranderê me eq qas pir hez dike ku Ew jibo me, li bihûst(cennet)ê cîh amade kirîye. Lê, jiber ku em bi nexwesîya gunehan hatine nesax kirin û di hale hazir de ne munasîb in bi Xwedê re, li bihûstê bijîn, Xwedê jibo nexwesîya gunehan dermanek amade kirîye.

    Eger Xwedê li derheqa pesedemî (dahatu) ew qas qontrola temamî û zanabûn nîsan nedaya, me încîlê ev qas cîddî nedigirt. Ev desthilatdarî taybetî di 2 pirtûkan de bi zelaltîrîn sêwe hatiye xuya kirin: Daniel li Peymana Kevin (Old Tesatament) û Revelation li Peymana Nû (the New Testament).

    Kehanetên încîlê ku bicîh hatine.

    3. Nimûnekî kehantê încîlê ku bicîh hatiyê bide.

    Di kîteba Daniel, serbes 2, Xwedê di xewnekê de, ji Padîsahê Babîlan re, dest nîsan kir ku, ji destpekê heta dawîya padîsahîya wî, vê dine sahîdîya tenê Çar imparatorîyên cîhanî bike. Dîrok îsbat kir ku Xwedê berê Çi biryar dabû, ew hemî bicîh hatin. Ew Çar imparatorî Babîlan (605 Berî îsa-538 Berî îsa), Medo-Persîya (538 Berî îsa-331 Berî îsa), Yunan (331 Berî îsa-168 Berî îsa) û Roma (168 Berî îsa-476 Pistî îsa). Her wiha Ew dest nîsan kir ku Roma vê li nav deh hereman de were dabes kirin û dema wan deh hereman de dawîya împaratoriyê were. Dîrok rastbûna gotina Xwedê îsbat kir. Heta sala 476 Pistî îsa Roma li nav deh neteweyan de hat dabes kirin û ji wê ji Ewrupayê vê gavê derket.

    Dîsa, Xwedê taybetmendîya her împaratorî, wekî, kengê vê bilind bin û kengê jî hilwesin, qaraktera her hikumetê jî dest nîsan kir. Li pirtuka Daniel besên 7 û 8 an binere. Ew hemî îsbat dikin ku li bihûstê Xwedê heye ku hemî cîhanê birêve dibe.

    4. Armanca kehanetên încîlê Çi ye?

    Armanca kehanetê, hîsyar kirina me li ser qrîzên pesdemî yê. Wekî mînak, Xwedê Nuh derbarê lehîyê, îbrahîm û Lut derbarê weran kirina bajarên Sodom û Gomorrah hîsyar kir û her wiha Musa ji li ser nexwesîyê vebayê ku li Misirê belav bûyî serwext kir. Ew gîs jî bi bawerîyên xwe, li wan îqazan îtaet kirin. Ew buyer gîsti hat qayit kirin ku em hîn bibin Xwedê Çi gotîye, hemî, wek gotina Wî, bicîh hatine. Loma ji em nikanin ti kehanetên Wî yên pesdemî guh nedanîyê bikin Çimkî ew hemî wekî hîsyarî xîzmetê me dikin ku me ji qrîzan rizgar bikin.

    Bona vê yekê, kehanetên încîlê xîzmeta du armancan dike – xuya kirina hebûna Xwedê ku qontrola hemî buyeran dike, li nav aqil û hesên derxîne û li hember rewsên xemdar me hîsyar bike.

    Hîsyarîya herî Tirsdar û Cîddî

    5. Di încîlê de, gelo kehaneteka îqazî ku hîn bî cîh nehatîye heye?

    Birastî, girîngtirîn kehaneta îqazî hîn bicîh nehatîye. îro, jibo me, ji fehm kirina vê kehaneta girîngtir tistek tune ye Çimkî buyerên ku vê kehanetê nîsan didin bi lezgînî diqewimin.

    6. Kehaneta îqazî ku hindik maye biqewime, bi min re parve bike.

    "Meleyketa siseyan ku wan disopand, bi dengekî bilind digot, ku yekî îbedeta cenewar û sureta wî bike û li ser enî û destê xwe, îsareta wî deyne, dê serabê Xwedeyê hêrsê ku di fîncana Wî ya xezebê de hatiye amade kirin, vexwe; û di hazirbûna meleyket û Berxê de, bi agir û kerkûd were eskence kirin: û dûmana eskenceya wan kisandîye heta ebedîyê, li jor û jor bilind be. Yên ku li cenewar û sureta wî perestine û îsareta navê wî standine, bi roj û sev dê rehetî nebînin. Bêhnfirehîya ezîzan li vir e: li vir e, yên ku emirên Xwedî bicîh anîne û îmana îsa kirine" Revelation 14: 9-12.

    Ev hîsyarîya tirsdar du komên mirovan rave dike. Koma yekan li hember perestina cenewar û wêneya wê ku dibe sedema standina îsareta cenewarê; gava koma duduyan bi Çavekî erenî tê nîsan dayîn jiber ku fermanên Xwedê bicîh tînin. Her wiha, teswîra hatina îsaya cara duduyan, pistî vê îqaza tê. Loma jî em dizanin, ev berê hatina îsaya cara duduyan, îqaza dawî ye.

    7.Çawa dikanim rê li ber perestina cenewarê û wêneya wê û standina îsareta wê bigirim?

    Pirsekê rind e. Jibo bersîv kirina vê pirsê lazim e em cenewarê û wêneya wê û îsareta wê bidin nasîn. Bi mantiq e ku mirov qebûl bike ku Xwedê beyî ku alîkarîya me bike ku em wan nas bikin û sedeman bizanin, ji mere dijî tehlukeyan wisa hîsyarî nedisand. Xwedeyê me yê heja, Çaxê hebûna me ya bêdawî di xeterê de ye, me nedikir babeta texmînan. Vê Çaxê, beyî ku mirov matmayî be, di serbesa pesîn de, teswîra cenewar û wêneya wê heye ku tê de gelek kilît hatine dayîn ku mirov nasnameya wan dade.

    Teswîr kirina Cenewarê

    8. Di încîlê de, cenewar Çawa tê teswîr kirin?

    “û ez li kenara behrê sekînîm û min dît cenewarekî heft serî û deh qiloÇî derket ku li ser qiloÇên wî de, deh tac û navên wek Çêra hebû. 2 Cenewarê ku min dîtî mîna leoparek bû û lingên wê mîna lingên hirÇê û devê wê jî mîna devê sêra bû û ejderha quweta xwe û kursî û desthilatdarîya xwe hemîyan da wî. 3 Yek ji serên wî de birînekî xedar derketîbû; û birîna wî ya xedar qenc bû: û hemî dinya li dû cenewarê heyîrî. 4 û ew perestina ejderha ku hêzê dabû cenewarê kirin û gotin gelo kesek mîna wî heye û kî dikane serê wî bike û perestina cenewarê kirin. 5 Ji wî re, devek ku tistên mezin û Çêran diaxife û hêz hate dayîn ku bikanîbe Çil û du mehan bidome. 6 û devê xwe, bi Çêrên dijî Xwedê, gemar kirina nav û jêngeha Wî û yên ku li bihûstê dijîn re vekir. 7 û ji wî re selahîyet hate dayîn ku li dijî ezîzan ser bike û wan têk bibe: û ji wî re, li ser hemî nijad, ziman û mîlletan hêz hate dayîn. 8 û yên ku li ser dinyayê dijîn ku navên wan, di kîteba jîyana Berxê ku di damezrandina dinyayê de hatîbû serje kirin de ne hatine nivîsîn, dê gîs perestina wê bikin… 16 BiÇûk û mezin, zengîn û xizan, azad û bindest, li ser destê wana rast yan jî li ser enîyan wan, mohra xwe ledixist: 17 û xencî xwedanê îsareta cenewarê, navê wî yan jî jimarê navê wî, ti kes nikanîbû ne bikire ne jî bifrose. 18 Aha ji we re zanatî. Yê ku fehm dike bila jimarê cenewarê hesab bike Çimkî ew, jimarê insanekî ye û jimarê wî jî Sessed û sêst û ses e” Revelation 13: 1-8, 16-18.

    9. Nivîsa jorîn tijî sîmbol in. Ezê Çawa dikanim wê fehm bikim?

    Lazim e em rê bidin încîlê ku sîmbolên xwe bi xwe fehm bike. Divê em li hevîyê bin ku Xwedê, jibo qencîya me, li hindûra încîlê, maneya wan sîmbolan dest nîsan kirîye. Loma, tistê pêdivî ev e ku em bi balkesî û dîqqat încîlê bixwînin ku maneya wan derxin. Tenê, bi metodek vî awayî em dikanin pesî li texmîn û spekulasyonên mirovan bigirin.

    încîl, birastî temîn û spekulasyonên mirovan gunehbar dike Çimkî "hîÇ kehanet...Çenabe tercumeyek nepenî hebe" 2 Peter 1:20. încîl sembolên xwe rave dike. Wekî mînak, kîteba Revelation ji 404 ayetan pêk tê. Ji van 404 ayetan, 278 hema hema peyiv bi peyiv di nav kîteban dina încîlê de tên dîtin ku maneyan wan jî hatine zelal kirin.

    Jiber vê yekê em ji we daxwaz dikin ku mina Bible Bereans (see Acts 17:10, 11) û hemî hîn kirinên bîninje ceribandina Kîteba Pîroz. Her kî ku ji dil û bi duayan li ser încîlê bixebite û divîya rastîyê bizane, dê kîteba Pîroz fehm bike. “Ku insanek daxwazîya Wî bike, lazim e bizane…geha Xwedê be geh jî ez li ser navê xwe biaxifim.” John 7:17.

    10. Jibo kilît kirina nasname û îsareta cenewarê kîjan sîmbolan ji me re lazim in?

    Jibo ceneware gelek symbol hene: lê emê alîkarîya we bikin ku hun bi xwe cenewarê nas bikin. Ev sîmbolana 'cenewarê Çarpe', 'ejderha', 'derya', 'Çil û du mehan' û 'Çêr kirn (blasphemy)' in.

    Cenewar (Mehlûqat ) : Li încîlê cenewar sîmbola qral yan jî qraltî ye. “Ev cenewaran mezin ku Çar in, Çar qral in… cenewarê Çaran dê qraltîya Çaran be…” Daniel 7:17, 23. Bi vê cenewarê, em li ser qraltîya bêhempa disoxlin kun e tenê jibo hêza sîyasî lê jibo hêza olî jî, jiber ku insan “perestina cenewarê dikir’ Rev. 13:4.

    Ejderha : Li gorî încîlê, ejderha yek ji navên Seytanê, ku bavê derew û xapandinan e, “ejderhayê mezin…gote îblîs û Seytan ku hemî dinya xapandManeya wê jî ev e ki dema Seytan hêza xwe, texta xwe û desthilatarîya xwe daye cenewarê, edî cenewarê ji mina Seytanê halwesta bike. Loma jî, di karûbarên cenewarê de gelek xapandin dê were dîtin. Rev. 12:9; 13:2

    Derya : Di kehaneta încîlê de, derya sîmbola elaleta komên gelek mirovan e. “…Avmirov in, elalat in, mîllet in û ziman in”Rev. 17:15. Li gora wê, ev qraltîya bêhempa ji nav deryayê bilind bû ku di cîyekî de, bi qawmîyetên cuda cuda gelek insanan jîyan dikir.

    Çil û du mehan : Ev perîyod wekhevîya sê û nîv sal e (42 dabesa 12 mehan bike). û, încîl jî li ser salnameya Cîhûyan ku sal 360 roj in (her meh jî 30 roj in) hatîye nivisîn. Loma sê û nîv sal û Çil û du hefte her du jî wekhevîya 1260 roj in. Sedema guhartina me ya mehan a wekhevîya xwe, ev e ku Xwedê di wan deman de kehanetên xwe dest nîsan kiriye. Ew her car rojekî bi salekî re wekhev kirîye “…Çil roj, her yek roj salekî qasî Çil salan, dê bi gunehên xwe ragirî...” “Min her rojekî jibo her salekî, tayîn kirîyeNumbers 14:34;Ezekiel 4:6.

    Jibo vê yekê Çil û du mehên kehanetê perîyoda 1260 salan nîsan dide ku di wê demê de, dev ji cenewar re hat dayîn ku tistên mezin û Çêran bibeje û digel ezîzan serê bike û li hember wan bi serkeve: û li ser hemî mirov, ziman û mîlletan hêz ji wî re hat dayîn”Rev. 13:5, 7. Maneya vê jî ev e ku di vî demê de, cenewar dikane Çêra bike, zulum û zordarî li Kirîstîyan (Xirîstîyan)an bike û bibe xwedanê dethilatdarîyekê mezin.

    Çêr (kifir) : Di încîlê de, Çêr bi du awayan tê rave kirin. A yekan, ev e ku gava yekî îddia dike ku ew Xwedê ye yan jî nunerê Wî ye. “…jibo karekî bas em te kevir nakin lê jibo Çêr û jibo xwe xwe dikî Xwedê, emê bikin” John 10:33 . Loma Xwedê hêz û qraltîyekî olî û sîyasî ye û li dinyayê bi xistina xwe li sûna Xwedê, Çêran û bê hurmetî ji Xwedê re kirîye. Rîya dudiyana Çêrê kirinê jî, îddîa kirina qabîlîyeta efû kirina gunehên xelkê ye. “Gelo ew kes Çima ev qas Çêran diaxife? Xencî Xwedê kesek nikane gunehan efû bike?” Mark 2:7.

    Cenewar bi olî û sîyasî, ne tenê bi standina sûna Xwedeyê li dinyayê, her wiha bi îddîa kirina efû kirna gunehên xelkê, Çêr û bê hurmetî ji Xwedê re kir. Ev jî xuya dike Çima “navê Çêrê” Ii ser cenewarê ye û Çima “li hember Xwedê Çêran dike ku navê Wî gemar bike” Çimkî ew hêzên ku bi tenê li ba Xwedê heye îddîa dike. Rev. 13:1, 6.

    Neh îsaretên Bingehîn (Sereke)

    Pistî destûr dana încîlê ku maneya sîmbolan xwe eskere bike, niha em dikanin neh îsaretên serekî dest nîsan bikin ku kîjan hêzên dîrokê dikanin wan taybetmendîyan bicîh bîne. Ne tenê ew qas in: lê di încîlê de hîn pir hene. Em hêvî dikin ku ev qoleksîyona kilîtên dest nîsan kirî rê bide we ku hunê derheqas încîlê de pirtir hîn bibin.

    1. Cenewar yekser xwedanê hem hêzên olî, hem jî yên sîyasî ye, “ewan perestina cenewarê kirin…” Rev. 13:4.

    2 . Cenewar, ji dewerên pir nifûsîya cihanê hat ser desthilatdarî ye, “Min…dît ku cenewarek ji nav deryayê bilind bû” Rev. 13:1.

    3. Cenewar hêz û desthilatdarîya xwe ji Seytanê stand loma jî em Çaverê dikin ku dîroka wî de tijî xapandin hebe , “ejderha quweta xwe, texta xwe û desthilatdarîya xwe ye mezin da wî [cenewarê]” Rev. 13:2.

    4.   Cenewar jibo 1260 salan bi xedarî desthilatdarîya mutlaq berdewam kir. Divê, destpê kirina vê perîyodê hebe û bi 'birîna kujdêr ji biqede. “Ji wî re hêz hate dayîn ku bi qasî Çil û du hefteyan berdewam ke.” “û min yek ji serên wê dît ku bi kujdêrî birîndar bûbû.” “û li ser hemî mirov, ziman û mîlletan hêz ji wî re hat dayîn” Rev. 13:5, 3, 7.

    5.   Cenewar, seranser 1260 salan zulm û zordarî ji Kirîstîyanan re kir. “û ji wî re hat dayîn ku digel ezîzan serê bike û li hember wan bi serkeve” Rev. 13:7.

    6. Cenewar dê ji birîna xwe ya kujdêr bi temamî qenc be û dine li pey wî ecebmayî bimînin “û birîna wî ye kujdêr qenc bû: û temamîya cîhanê li pey cenewarê heyîrî” Rev. 13:3.

    7.  Cenewar xwedanê 666a aloz heye ku nav û ofîsa wî dest nîsan “jimarê cenewarê bihejmere: jiber ku jimarê insane ye; û jimarê wê sessed û sestî ses e” Rev. 13:18.

    8. Cenewar bi îddîa kirina bûyîna Xwedê û efû kirina gunehên xelkê Çêra û bê hurmetîyê ji Xwedê re dike.

    9. Cenewar îddîayên Çalakîyên din ji kir ku bi tenê ji Xwedê re mahsus e . “û dev ji cenewar re hat dayîn ku tistên mezin û Çêran bibeje. ” Rev. 13:5.

    Xwendevanê heja , di dîrokê de, kîjan hêz hemî îsaretên bicîh tîne? Ji dil rastîye bejin ku bi tenê yek bersîva wê heye: Dêra Katolîka Roman. Dêra Katolîka Roman ew cenewarê ku Xwedê ji hez kirina xwe, me dijî wê hîsyar dike. Armanca vê nivîsarê, ne erîs kirina Katolîkên Roman e, lê derxistina rastîya derheqa sîstema Katolîkî ye. Ne hewce ye kesek eciz be lê berêvajî bastir e hez ji xwe bibîne ku li rastîyê û rast derxistinê bigere.

    11. Kerema xwe vê encamê bi delîlên dîrokî û rastîyan destek bike.

    Ka werin em bi hev re li her yek îsaretan binerin ku dîrok Çawa temamî Dêra Katolîka Roman dest nîsan dike.

    1. Dêra Katolîka Roman, yekser hem hêza olî, hem jî ya sîyasî di dest xwe de digire :

    Ezîz John vê yekê li ser qraltîya cîhanê ya Çaran û a dawî, di seklekî kehanetî de dît û usa teswîr kir, “jinkek li ser cenewarê helesor rûnistîye Rev. 17:3.

    Di încîlê de, jin sîmbola dêr e jiber ku “mina ku jinek ji merê xwe re bêbextîyê kiriye û rewîye, te jî bi wî avayî bêbextîya min kir ey gelê îsraîlê, usa got XWEDê.” “jiber ku min te bi merekî re zewicand, ez dikanim te mîna bakîreyek masum peskesî îsayê bikim” Jeremiah 3:20; 2 Corinthians 11:2.

    Her wiha, di kehanetê de, bi yek dengî tê fehm kirin ku cenewar mîlletek e. îro jî, mîlletan bi cenewaran tên symbol kirin. Emerîka wekî eylo (êlo- hûlî), Rusya ji hirÇe re tê Çibandin û Çîn jî sîmbola ejderhayê digire.

    Berî gelek salan, Xwedê împaratorîyên hemî cîhanêm heta dawîya demê, nîsana Danîel da. Di xewnekê de, Danîel dît ku cenewarê dawî “ji yên din gîskan cudatir e” Daniel 7:19. Lê dê Çawa cudatir be ? Li gorî Revelation 17:3 , wekî li jor tê dîtin, ev cenewar (millet) jin (dêr)ek hebe ku wan birêve bibe.

    îro, dêrek û dewletek ku wekî hêzekê globalî hatîye qebul kirin û bi hev re kar dikin heye? Bi tenê yekk heye û ew jî Dêra Katolîka Roman e.

    Papayê Dêra Katolîka Roman, li seranser dinyayê rêberê olîya ji mîlyarek pirtir bawermendan.

    "Papayê Romanê, wekî pasewarê Peter, Çavkanîya ebedî û xuya ye û bingeha her du metranan û hemî bawermandan e." Civata Vatîkan II (1962-65)

    "Divê her oldar, ku ferman bide Çi seytan e, Çi ne seytan e, bi ya Papayê bike, Çimkî kesek nikanê li ser wê hikuman bide." Pope Innocent III (1198-1216)

    Di hemen demê de, papa qralê miletê serbixwe Bajarê Vatîkanê ye jî. Her Çend li hindura îtalya be jî, Vatîkan mîlletekê bîÇuk û serbixwe ye. Loma jî, Papa hêzekî bêhempa ye ku quweta olî hem jî a sîyasî di destê xwe de digire.

    2. Dêra Katolîka Roman, ji dewera pir nifûsîya cihanê hat ser desthilatdarîyê :

    Ev bi tekûzî nîsan dide Çîmkî Dêra Katolîka Roman, ji nav gelek hêz û mîlletên Ewrupayê bilind bûye.

    3. Dîroka Dêra Katolîka Roman bi sextekarî û xapandinan tijî ye :

    Katolîkên zana di halê hazir de, îtîraf dikin ku xapandin, jibo Papayan, rîya jîyanê ye. Hans Kung, metranê Katolîk û îlîmdar ku sîretvanîya Civata Vatîkana Diduyan (1962-1965) digo, di sedala panzdehan de, Papayan “bi hîleyên eskere hêz û quwetên xwe gelek fireh kirin.Dêra Katolîk: Dîrokekê Kin (ji alîya John Bowdenhat wergerandin), p. 61

    Yek ji bastirîn nimûneyan belgeya Donation of Constantine, ku tarîxa wê Adar 30, 315 Pistî îsa ye, ku Dêra Katolîka Roman sextekarî kir ku hêz û desthilatdarîya xwe firehtir bike. Seba wê belgeya sextet. Papa Stephen III, di sedsala hejdehan de, Pepînê, Qralê Frankan îkna kir heremên Lombardan ji alîya Konstantin, ji Dêra Katolîka Romanê re hate dayîn. Ew bû sedema îlan kirina serê Pepînê li dijî Lombardan ku bajaran jibo Papayê bidest bixe. Li 1440 ê, ew belge ji alîya Lorenzo Valla ku yek ji alîkarê Papayê bû, hate îsbat kirin ku sexte ye lê Papayên ku ji du hev hatin ti car wê yekê qebûl nekirin. îro ji, di vaftîzxaneya St. John Lateran ku li Roma ye, nivîsek heye ku wê sextekarîyê didomîne .

    Papa jibo Nîzamekî Nûya Cîhanê bang dike:

    “Bajarê Vatîkan (AP) – Papa John Paul II, li Sersalê, li New Yorkê bangekî teze kir jibo… nîzamekî nû, li ser bingehên serbilindîya mirovan û wekhevîya nav mîlletan.”  Pencsemê, Çîleya Pasîn 1, 2004  

    “Taybetmendîya herî mezin ya temamê sîstema Dijî îsayê— Nîzama Nûya Cîhanê – Bênamusîya (bêbextîya) bêfedî (serm) ye. Birastî, nivîskarên Nîzama Nûya Cîhanê, bi planên xwe yên sexte û xapandî xwe pir dipesînin Çimkî bi pozbilindî bawer dikin ku piranîya nîfusa dinyayê ehmaq û teral e loma nikanin fehm bikin jibo berjevendîya wan bas e. Bi tenê, plankerên Nîzama Nûya Cîhanê diznain, jibo dinê Çi herî bastir e û usa biryar dane ku tenê bi xapandina girseyên xizan dikanin armancên xwe pêk bînin.” Bill Cooper, " Behold A Pale Horse” p.49

    4. Dêra Katolîka Roman bi zulm û zordarî bi qasî 1260 salan, bi hêzekî mutlaq desthilatdarî li ser mîlletên din berdewam kir . Ev perîyod destpl kirinekî zelal û di dawîyê de jî 'birînekê kujdêr' heye:

    Dêra Katolîka Roman, birîna xwe ya kujdêr, di sala 1798 de, gava Papa Pius VI, bi fermana Napolyon, li Fransayê hate zindan kirin, stand.

    “Di 1798 de General Berthier ketê nav Romayê û hikûmeta papaya hilwesand û li sûna wê, yekê layîk damezrand.”   Ansîklopedîya Britannica, Çapa 1941

    Ku dawîya kehanetê 1798 e û em 1260 salan pas de herin, em digehjin sala 538 AD. Jibo cîh hatina kehanetê, divê di sala 538 de, bûyerekî girîng qewîmî be ku destpê kirina perîyoda 1260 salan îsaret bike.

    Delîlên dîrokî nîsan didin ku di sala 533 de, împaratorê Roman Justinian rêberîya olîya papaya, wekî serokê' hemî dêran, hem li rojava, hem jî rojhilatê împaratorîya Romayê nas kir. Lê, ancax di sala 538 de, papa ji hevrik (muhalîf)ê xwe yê dawî yê Aryan, Ostrogots ku hinge îtalya birêve dibirin azad bû û li Rojavayê wekî figure serekî bilind bû. Bona vê yekê jî, di sala 538 de sahne jibo desthilatdarîya papayê, hedî hedî lê bi îstîqrar hate saz kirin.

    “Vigilius... di bin parastina leskerîya Belisariusê de, di sala 538 de, rûnîst ser texta papatîyê.” Dîroka Dêra Kirîstîyan, Hehmar. 3, p. 327

    Papatî Çi qas hêza xwe zedetir kir, ne tenê bawermendên xwe lebelê hikimdar û qralên Ewrupa jî xiste bin qontrola xwe. Jibo xurt kirina desthilatdarîyên xwe li hmeber qralên Ewrupayê, papayan gelek caran nameyan taybet nivisîn:

    “Ew, ofîsa papaya ku di bin lingên qral û împaratoran bimese?J.H. Ignaz Dollinger, Papa û Civat , ( London), p. 35

    “Bitirse, hinge ji hêrsa me û bruskên tola me; jiber ku îsa bi devê xwe me papayan, me li ser hemî mirovan, wekî hakîmên mutlaq, tayîn kirîye; û dive qral bi xwe jî li hember desthilatdarîya me iteat bike.” Papa Nicholas I (858-867 AD)

    Di nameya Papa Gregory XI, ku tarîxa wê 1372 AD û sernivîsa wê jî In Coena Domini ye, papa, li ser gîs cîhana Kirîstîyanan desthilatdarîya papatî îlan kir û ji laîk, oldar, afaroz kirî xwest ku hemî iteata papayê bikin û bacê bidin. Ew name, ji alîya papayên dahatu ve jî hat qebûl kirin û di sala 1568 de Papa Pius V soz da ku ewê mina qanûna ebedî bimîne.

    Yek ji nîsana pratîk ya wê daxuyanîya jorîn peymana Papa Gregory VII, ku di sala 1077 de, bi Qral Henry IV, împaratorê Almanya re kirîye ye. Gava qral wisa xuya kir ku bêhurmetîya desthilatdarîya papayê dikebi, papa wî afaroz kir û ji textê avet. Henry biryar da ku bi papa re astî Çêke û di ortê zivistanê de mecbûr ma ku Çîyayên Alpan derbaz be û were leborîna xwe peskesê papayê bike. Gava, geheste kela papayê, Henry mecbûr ma ku jibo destûra dîtîna papayê, li derva, pê xwas û serê wî ne peÇandî û bi kincên tarûmar bipe. Pistî qral sê rojan rojî girt û eskereyî lêborîna xwe xwest ku papa wî bibîne û efû bike.

    îro jî ev qontrola papayê li ser rêberên dinyayê berdewam dike:

    “Papayê Romayê nikane bi alîya ti kesî be were hikum kirin. Hikum kirina… kesên ku xwedîyê postên herî bilind yên dewletan, bi tenê biryara Papa bi xwe ye…Li hember ferman û biryara wî, ne temyîz ne jî cîyek ku mirov dikane muracat bike heye.” Kanûna Hiqûqa Dêrê (The Code of Canon Law) (Paulist Press, 1985), pp. 951, 271

    5 . Dêra Katolîka Roman li seranser 1260 salan zulum û zordarî li Kirîstîyanan kir :

    Li seranser vê perîyoda dîrokê (wekî Demên Navîn), Dêra Katolîka Roman li ser Ewrupa xwedîyê bandorekê gelek mezin bû û lazim bû her welatî Roman Katolîk bûya. Herkî ku bê sert û merc iteate papa nedikir, bi eskence û mirin dihat ceza kirin. Loma jî, li gorî Vicars of Christ: the Dark Side of the papacy, by Peter de Rosa, p. 180 sîstema Roman Katolîk bû yek jî zalîmtirîn olên hemî dîroka dinyayê.

    “Jibo ku bawerêya wana ne mina dêra Romayê bû, dîrok sehîd bûna ji sed mîlyon zedetir mirovan nîsan dide.” Xwendinên kin yên încîlê (Brief Bible Studies), p. 16

    “Divê, em mahkema engizîsyonê … yek ji gemartirîn lekeya dîroka mirovahîyê de rêz bikin.” Will Durant, Çîroka Saristanîyê (The Story of Civilization) hejmar. 4 , p. 78

    Dêra Romayê ji hemî sazîyên ku li cîhanî cîh digirin, pirtir xwîna mirovên bêguneh rijandîye û ne ji alîya Protestanê ku xwedîyê zanabûna dîrokê ya temamî dê were pisîyar kirin. Derxistina hejmarê mexdûrên wê ne mimkun e û be goman ti hêzên xeyalê nikane bi tera xwe es û azarên wan fehm bike.” W. E. H. Leeky, Dîroka Bilinbûn û Bandora Gîyana Rasyonelîzmê li Ewrûpa (History of the Rise and Influence of the Spirit of Rationalism in Europe) Hejmar. 2:32, Çapa 1910

    Di Ansîklopedîya Katolîkê, hejmar 12, rûpel 266 de, xwendevan dê nivîsarekê direj, ku li ser ceza kirina 'zendiqan (kafîran)' ji alîya Dêra Katolîka Romanê, ku guneha wan bi tenê, Kirîstîyan bûn û bi dilekî paqij bawerîya încîlê dikirin, bibîne.

    6. Dêra Katolîka Roman dê ji birîna xwe ya kujdêr bi temamî qenc be û dine li pey wî ecebmayî bimînin :

    Gava Papa Pius VI, di sala 1799 de, li zindanê mir, dinê Çaverê dikir ku Dêra Katolîka Roman bi dawî were. Lê, berî 2000 salan, Xwedê ji me re got ku canawer dê ji birîna xwe ya kujdêr qenc be. Kerem ke li New York Times binere, Çawa qenc bûna cenewarê yanî papatî nivîsîye:

    “BIRîNA KUJDêR QENC Bû: Roma, Hezîran 7- Ji 11ê vê sibe vir ve, li cîhanê welatekê dinê serbixwe heye. Hîngê, Serok Mussolini digelKardînal Gasparri, Secreterê Papayî yê Dewletê ku temsîla Papa Pius XI dikir, li ser bicîh anîna peymana ku, di 11ê Sîbatê de, li Qesra Lateran, hate îmza kirin danustandinan dikir. Bi wê peymana sade, Dewleta Vatîkan habûna xwe îlan kir .”    NewYork Times, July 7, 1929

    The San Francisco Chronicle jî “qenc bûna” papatî ulo dinivîse:

    “Mussolini û Kardînal Gaspari Peymana Dîroki îmze kirin… Birîna Gelek Salan Qenc bû.” The San Francisco Chronicle, Tîrmeh 7, 1929

    Gelo, dinya, mina ku încîlê texmîn kirîye, dixwaze bizane li pey Papa Çi heye?

    “Bastirîn rîya rûmat kirina Papa John Paul II, ku birastî mirovekî nezin e, cîddî girtina hînkirina wî,gohdarî kirina gotinên wî û bicîh anîna hînkirin û gotinên wî, li vê derê, li Emerîka ye. Divê em vê rastîyê qebûl bikin.” Serok George W. Bush, Adar 21, 2001

    Papa John Paul II yek ji mezintirîn rêberên exlaqî û ruhanîya vê sadsalî ye.” Billy Graham li Saturday Evening Post, Jan-Feb. 1980

    “Ez bi mezinkî heyranê Papa John XXIII im. Min wisa hîs kir, ew dem û dewrekî nû anî dinyayê”. Billy Graham, Chicago Tribune, Hezîran 8, 1963

    “Papa John Paul II, li bajarê Mexico City, bi îspanyolî, pîrozbahîya ji milyonek pirtir kesan dike.” The New York Times, Ç.Pasîn 25, 1999

     “Seva Çarsemê, gava Bavê Pîroz ligel Alîkarê Serok Gore, li rîya asfalt mesîya…sîyar bûna "Shepherd I" û vegerîya Romayê û gel kelgurî bû, destmalên xwe dihejand û gotinên mina "Em te hez dikin Papa Paul II diqerîyan"! ... Ew, zîyaretekê kin lê pir bi hêz bû ku Papa bo St. Louis kirîbû.” Ç. Pasîn 28, 1999 (EWTNews)  

    “Bê goman e Paul VI, digel John XXIII û John Paul II, wekî Papayên Mezin yên Astîyê dê werine bîranîn ku Dêra Katolîkê bi serfirazî derbazî Dewra nû kirin.” Robert Muller, Alîkarê Berê ye Sekreterê Gîstîya UN ê

    7. Dêra Katolîka Romanê xwedanê jimarê 666 bi gîzem e :

    Sifata papayê fermî “Vicarius Filii Dei” e ku wekî “Nunerê Kurê Xwedê” were wergerandin. Jibo ku em pistrast bikin, Rojnameyê Katolîk, em li Our Sunday Visitora, hejmarê 18ê Nîsanê 1915 binerin. Usa nivîsîye: “Herfên ku di kum (sepqe)a Papayê de hate nivîsîn de ‘Vicarius Filii Dei’” dibeje û di zimanê Latîn de, hinek harf xwedîyê maneyên jimarî ne û gava me wan li ser hev zede kir, em digehjin jimarê 666.

    8. Dêra Katolîka Romanê, bi idea kirina bûyîna Xwedê û bexsandina gunehan Çêra û bê hurmetîyê ji Xwedê re dike :

    “Em li vê dinê, sûna Xwedeyê Hêzdar digirin.” Papae Leo XIII, ji fermannameya wî bi tarîxa Hezîran 20, 1894

    “Papa netenê nunerê îsa ye lê îsa bixwe ye ku di bin canekî din de vasartî ye. The Catholic National, Tîrmeh 1895

    “Lê, li Dêrê, mamosteyê serekî Papayê Roma ye… Çawa ku ji Xwedê re îtaeta gîstî be sert û merc lazim e, ji Papa re jî wisa ye.” Pope Leo XIII, Fermannameyên Mezin,rp. 193

    “War xuya dike ku Papa John Paul II niha li sîna xwea li ser Çarmixa îsa, serokatîya dêrên gerdûnî dike.” Ji maqalekê bi navê “Auckland Bishop Says Pope Presides From the Cross” Auckland, New Zealand, îlon 20, 2004, Zenit.org

    “Birastî, ne pir e ku, ji hela pîrozbahîya ofîsên xwe, papazan mîna gelek Xwedê ne” Papa Innocent III

    Dêra Katolîka Roman, jibo tistekî bêhempa ”bazarekê” pir gir ava kir ku, ne reqîbê wê hebû, ne jî talep kêm dibû. Ew îddîa dikir ku mafê we heye rehm û kerema Xwedê û bexisandina Wî ya azad bifrose gunehkaran. Heta îro jî, ev hêza bêhurmet û Çêrker hêza efû kirina gunehan dipareze.

    “Ev otorîteya hûqûqî dê hêza efû kirina gunehan jî bîhûndirîne.” Ansîklopedîya Katolîk Hejmar 12, madde “Papa”, rp. 265

    “Ku quweta kesê ku posman bûyî heye û efû kirina gunehên wî tê red kirin, Xwedê bi xwe jî bi gohdarî kirina hikûma papazên û bi efû kirin yan efû nekirin binbar (mukelef) e Haysîyet û Wazîfeyên Papazan rp. 27, New York: Benziger Brothers, Printers to the Holy Apostolic See, 1888

    9 Dêra Katolîka Roman bi kirina lebatên ku bi tenê aîda Xwedê ye, Çêr û bê hurmetîyên din ji Xwedê re dike:

    Li vir hîn nimûneyên hînkirinên Dêra Katolîka Roman yên Çêrker û bêhurmet hene :

    “Hêza papaz a mifte yan jî derxistina gunehkaran ji dojeh (cehennem)ê û anîna wan a bihûstê heye ku li sûna bibin hesîrên Seytanê, bibin kurên qenc yê Xwedê ye. û Xwedê bi xwe mecbûr e ku goh bide hikuma papazên xwe ... Mutlaq Xwedîyê gerdûnê, li bihûstê, hemî biryarên xîzmetkarê xwe ku li dinyayê dabû tenê bi erê dike.”  Liguori, “ Haysîyet û Wazîfeyên Papazan” rp. 27, 28

    “Loma jî, mirov dikane papazê wekî afirîndarê, Afirîndarê xwe binav bike. Çimkî bi gotina pîroz kirinê, xwe mîna îsayê ku sacrament (ayînekê girîng yê Xirîstanîyê) birêve dibe, qebûl dike û xwe jî mîna mexdûrek ku ji Bavê edebî re peskês kirî nîsan dide… Hêza papazê, hêza xwedayî û bêdawî ye; jibo guhorîna nanê, bi qasî hêza afirandina dinyayê hêz pêdivi ye.” Ezîz Bernadinê Siennayê

    “Papazan xilaskerên dinyayê ne.” Ezîz Jerome

    Li ser bê hurmetî û Çêrê jî, mirov dikane beje Dêra Katolîka Roman xirabtirîn lebatê ji nav hemîyan kirîye. Ew, qanûna Xwedê -Deh Fermanan- guhart. Ew cesaret kir ku fermana diduyan bi temamî betal kir jiber ku pratîk û ayînên wê mehkûm dikir. û yê xirabtir ji ev e ku roja Semîyê ku di Fermana Çaran de roja perestinê bû, guhart û kirê Yeksemê. Her Çend, Xwedê gava afirandinê ji Adem re wê fermana ebedî dabû û ji me re jî nîsan dabû “Divê peymana min dê naye sikandin û tistê ku ji levên min derketîn nayên guhartin” Psalms 89:34 .

    Deh fermanan bes perÇeyê încîlê ku, li hazir bûna ayîndaran, ji alîya dengê Xwedê hate gotîn e. û jibo ku emîn be ku Musa yek herf jî bîr nekirîye, Xwedê wan, bi tîlîyan Xwe nivîsîye û daye Musayê. “Ev peyîvana [Deh Fermanan] Xwedê Ji civata we gîskan re axifî… û lê tistek zede nekir. û wî, ew fermanana li ser du perÇe keviran nivîsî…Deuteronomy 5:22.

    îsa dewam kir û neguhêrbarîya Deh Fermanan, bi gotina, “li sûna biser neketina yek sernivîsa qanûnê, derbaz bûna dinya û bihûstê hesantir e” Luke 16, anîbû zimen. Roja ku di bihûstan de dibiriqe, axa dinyayê ku hun li ser dijîn hemî sahîdên Xwedê ne ku, qanûnên Wî ebedî ne û nayên guhartin. Dibe ku ew derbaz bin lê dive qanûna xwedayî û bêdawî bidome. îsa berdewam û pistrast kir “Nefikre ku ez hatime qanûnê yan jî pexamberan hilwesînim: ez bo xira kirine nehatim, ez bo bicîh anînê hatim. Birastî bejime te, heta ku bihûst û dinya bi temamî bi dawî neyîn û heta ku her tist bicîh neyîn, Çênabe harfekî biÇûk yan jî besekî biÇûk ji qanûnê were derxistin Matthew 5:17 , 18.

    Dêra Katolîka Romanê serm û fedî nake ku roja perestinê guhart. Birastî, bi vê biryara xwe gelek jî serbilind e û wê, mina 'nîsan dayîna' otorîte û bilind bûna xwe li ser dêr û olên din dihesîbîne.

    “Roja Sabathê (bi Kirîstîyanan roja Yeksem e), ku roja ku bastirîn roja qanûnê tê zanîn, wekî roja Xwedê hat guhartin. Ew û yên din jiber ku hîndekarîyên ji îsa hatine nesekînîn (Çimkî ew bi xwe dibeje, ez ne hatime ku qanûnê hilwesînim lê wê bicîh bînim) lê jiber otorîteya dêrê ew hemî hatin guhartin.” Serpiskoposê Rheggioyê, Sermon on 1-18-1562, Mansi XXIII, p. 526  

    “Yeksemê sazîyekî Katolîkî ye û pîrozbahîya wê, bi tenê, ji alîya desthilatdarîya Katolîkê dikane were bergîrî kirin. …Di Kîteba Pîroz de, ji destpekê heta dawîyê, em nikanin yek tekst jî bibînin kû rastandina guherîna ayîna komcivatîya heftyeyî, ji roja dawîya heftyeyê, bo roja destpeka hefteyê, nîsana me bide.” Catholic Press, Sidney, 8-25-1900 

    “Li ti cîhê încîlê nehatîye gotin ku, dive perestin ji Semîyê, bo Yeksemê were guhartin. Rastî ev e ku, Dêr, Çend sedsal berî ku încîl bo dinyayê hate dayîn, jî hebû. Dêr încîlê afirand, ne ku Incîl Dêrê.” Tistên ku ji alîya K atolîkan tên pirskirin, by Martin J. Scott, Çapa 1927,rp. 136

    “Li sûna Semîye, em Yeksemê pîroz dikin Çimkî Dêra Katolîk, li sala 364 AD. li civîna Laodicea , pîroz bûyîna Semîyê guhezte Yeksemê.” The Converts Catechism of Catholic Doctrine, from P. Geiermann, the work of Pope Pius X, on 1-25-1910  

    Li gorî Dêra Katolîka Roman, ‘Yeksem’ îsareta desthilatdarîya wana bijarte û xweser e.

    “Yeksem nîsana otprîteya me ye. Dêr, li ser încîlê ye û ev guherîna roja Sabath delîla wê rastîyê ye.” The Catholic Record,London, Ontario, îlon 1, 1923 

    Bicîh anîna ayîna Yeksemê ji alîya Protestanan, rêzgirtina wan e ku li otorîteya Dêra Katolîk nîsan didin. Paxaftina Sade Derheqa Protestantizmê îro,byMonsignor Segur, rp. 213

    “Lê, hesa Protestanwisa xuya dike kun ne hesîyaye ku di. . .bicîh anîna Yeksemê... ew otorîteya, peyîvdarê dêra Papayê qebûl dikin.” ZîyaretÇîya Yeksemê Me, Rojname hefteyî, Sîbat 5, 1950

    “Bê goman, Dêra Katolîk îddia dike ku, ev guherîn nîsana wê ya hêza olî û otorîteya wê li ser babetên dînî bû.” Ofîsa Kardinal Gibbons, through Chancellor C. F. Thomas, Sermawez 11, 1895

    Ji ev qas delîl û Çsbatan em dikanin bigehjin vê bawerîyê ku ceneware Revelation 13 û 14, Dêra Katolîka Roman e û nîsana wê (nîsana cenewarê) jî ayîna Yeksemê ye.

    Ev, nîsan Çima pir girîng e? Gelo, derheqa pejirandin yan jî erê kirina rast bûna wê, te qet dokumentek imze kirîye? Gelo, te 'mohra pejirandinê' daye tistekî? Ew, li her hikumetekê pêwîstî ye. Tenê, bi imze kirin, belgeyek dibe rastîn. Daxuyanîyên hikumetan divê tim bi îsaret yan jî mohra fermî be. Taybetmendîyên van îsaret û mohrên hikumetî Çi ne? Mohr yann jî îmzê fermî, divê sê taybetmendî hebe:

    • Navê karmend  
    • Post (wazîfe) a karmend
    • Tixûb yan jî dewera desthilatdarîya xwe

    Wekî mînak, gava Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka pesnîyarqanûnek erl bikem dive wê imze bike, George Washington (nav), Serokê (post) Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (dewer). Jibo ku bibe resmî, dive her document bi vi avayî werin imze kirin.

    Em li Xwedeyê Afirîndar meze bikin, em dibînin ku Ew, xwedanê Qraltîya Bihûstî ye. û dokumentê ku qanûna qraltîya xwe dihûndirîne ji Deh Fermanan e. Gava tu rastê rast li ortê wan binerî, tuyê mohra Xwedeyê zindî bibînî! “Jiber ku di nav 6 rojan de, XWEDê , bihûst, dinya û behr … afirand Exodus 20:11.

    Bala xwe bide sê taybetmendîyan:

    • Nav:XWEDê ( “Ez Xwedê me: navê min ev e Isaiah 42:8 )
    • Poste:AFIRîNDAR ( “XWEDê afirand )
    • Tixûb:BIHûST û DINYA ( Bihûst û Dinya )

    Mohra Afirîndar, di fermana Sabatha qanûna Wî de, bi zalalî tê dîtin. Ev qebûl kirina otorîteya Wî, wekî Afirîndarê me ye. Çaxê em Sabathê Wî bicîh tînin, em dide xuya kiirn ku Wî mina Afirîndarê xwe qebûl dikin.

    Gava me roja pîroz ku ku Xwedê bijartîye qebûl dikin, em ji hemî dinê re didine xuya kirin ku afirîndarê vê gerdûnê Xwedeyê me ye! Seytan, "Lucifer" erîsa Sabathê dike, Çimkî ew dixwaze “mîna yê Herî Bilind” were perestin. Isaiah 14:14 . Afirîndar di roja pîroza Sabathî de perestina we dixwaze û Seytan jî dixwaze mîna Afirîndar be û ji we dixwaze ku di roja wî ya Yeksemê de perestina wî bikin. Hunê kîjanî bibijerin?

    “û Sabathên min pîroz bikin û ew navbera min û we dê bibê nîsanek û hunê bizanin ku ez Xwedeyê we me” Ezekiel 20:20.

    Teswîr kirina sureta Cenewarê

    12. Sureta cenewarê ku Xwedê li hember ne perestina wê, hîsyarî dide me Çi ye?

    Jibo teswîr kirina sureta cenewarê, hewce ye em berê teswîra cenewarê dû qiloÇî bikin ku alîkarîya Çê kirina sureta cenewarê dike:

    “û, min dît cenewarek din, li ser dinyayê tê jor û dû qiloÇên wê hene mîma berxekî û qise dike mina ejderha. 12 û ew gîs quweta cenewarê yekana berî wî, bikar anî û ji dinya û yên ku te de dijîn, daxwaz kir ku ji cenewarê yekan ku birîna wî ya kujdlr edî qenc bibû, biperezin… 14 …yên ku li dinyayê dijîn re dibeje ku divê ew sureta cenewarê ku birîna sûrê hebû lê sax filitîbû, Çê kin. 15 û hêza wî heye ku heta sureta cenewarê jîyan bide ku wê sureta ceneware bikane biaxife û yên ku bawerîya sureta cenewarê nekin ji werin kustin. 16 û wan hemîyan ku mezin û biÇûk, zengîn û feqîr, azad û bindest bin, j idestên xwe yên rast yan jî li enîyên xwe îsaretek bistînin: 17 û ti kes nikane navê cenewarê û jimarî wê bibije yan bikire û bifrose” Revelation 13:11-12, 14-17.

    Ev cenewarê du qiloÇî xwedanê wan nîsanan e :

    1. Ev cenewar nezîkî papatî birîna xwe ya kujdêr, li sala 1798 xwar derkete meydanê, “cenewarekî din tê” Rev. 13:11.

    2. Ev cenewar, li beravajî cenewarê yekan ku ji deryayê derketîbû, li ser dinyayê tê jor. Eger 'derya' gelek mirov û mîlletan temsîl dikem vê Çaxê 'dinya' dewerekê dûr temsîl dike. Jiber vê yekê, ev millet li dewerekê bi hindik rûnistvanan vê derkeve holê.

    3. Ev cenewar xwedanê du qiloÇên mina berxan e. Li gorî încîlê, qiloÇ quwetê temsîl dike. “QiloÇên wî hebûn… û hêza wî jî vesartî bû” Habakkuk 3:4. Jiber vê yekê, ev nîllet xwedanê du hêzên cuda ye ku her yek ji hevdu cîhe ne. Her wiha, berx sîmbola îsa ye; loma jî em dikanin bejin ku ev millet li ser bingehên Kirîstîyanîya paqij û esîl ava bûye.

    4. Lê, ew cenewar mina ejderha dipeyve; mîlletek bi rîya rayedarên qanûnî û dadgehî dipeyve. QiloÇên mina berxan û dengê ejderhayê berevajîya karên astîxwaz û kiryarên vî mîlletî nîsan dide.     

    Xwendevanê heja carekî din em li we pirs dikin kîjan millet xwedanî van îsaretan e? Tenê bersîvek heye: Dewletên Yekbûyî yên Emerîka.

    1.  DYE derdora 1798 an de Çêbû: Bi tenê, yek millet, li sala 1787, ku dema papatî hêza xwe hinda dikir, derdikete meydanê. Ev kehanet rastêrast DYE dest nîsan dike. DYE, di bin qanûna bingehên de, li sala 1787 wekî komara federal ava bû.

    2.  DYE li axa bi hindik rûnistvanan derkete holê : DYE bi tenê li dinyayê kevn ku bi nifîsên zede mezin nebû lebelê li Dinyayê Nû bi rûnistvanan hindik re jî mezin bû.

    3. DYE xwedanê du quwetên cihe ne ku li ser prensîbên Kirîstîyaniyê ava bû: DYE xwedanî hikumeta behempa ye ku hem devlet hem jî dêran tema serbestîyên ku ji alîya Qanûna Bingehîn hatine dayîn, derdixin. Jiber vê sîstema hikumetê, dewleta Emerîka birastî jî komarek e (qraltîyekê bê qral) û Protestan (dêra bê papa) ku hêzên wan bi temamî ji hev hatine cud akirin. Dîsa, taybetmendîyên wê ya mina berxê, DYE jibo gelek mirovên ku din bin zulm û zordarîyan de ne, bûye cîwarek.

    “Afirîndar, li roja Sabatha pîroz, daxwazîya perestina we dike û Seytan ku dixwaze mina Afirîndar bibe, li roja Yeksemê perestina we dixwaze. Hunê kîjanî bibejerin?”

    4.DYE mîna ejderha dipeyve: Maddeya serekî ku di qanûna bingehîn ya Emerîka de hate nivisîn, serbestîya sexsîya vicdanê garantî dike. HîÇ tist ji wê hejatir û girîngtir nîne. Lê, di halê hazir de DYE destbi guhartina kirîye û di demekê nezîk de vê hemî xalên qanûna xwe ya bingehîn biguhere. û yê ku giringîyekê mezin dide vê tevgera ev e ku, armanca yekan bicîh anîna ayîna Yeksemê ye.

    Kiryatên wisa dîrekt li dijî prensîbên vê hikumetê, dezgehên wê yên serbest, Daxuyanîya Azadîyê û Qanûna Bingehîn e. Konstîtîtsîyon dibeje ku "Qongre dê hîÇ qanûn dernexe ku rêzê li sazîyekê dînî bigire û îcraata serbest qedexe bike û li hîÇ ofîsa DYE wekî taybetmendîyek, hewcedarîya îmtîhanekê dînî Çênebe."

    Yeknegirtina kiryarên wisa, ji yê ku li nav sembolan tê temsîl kirin ne girîngtir e. E ku mina ejderha dipeyve, cenewarê ku – di karê xwe de paqij û bê zirar e- xwedanê qiloÇên mîna berx e. Tenê Çavderî bike Çi li dema borî de, li dengubasan diqewime, dê teswîra încîlê erê bike.

    “û ez bi quwetî destek didime înîsîyatîfa ku em pesnîyar dikin Çimkî ez bawer nakim ku xeta navbera cihe bûna dêr û dewletê binpê dike û ez div ê bawerîyê de me ku vê Emerîkayê bike cihekî xwestir.” George W. Bush, making a muddled reference to the Establishment Clause, quoted from Conrad Goeringer, AANEWS #889 (Sîbat 28, 2001) ji Ateîstên Emerîka. Ev daxuyanî, erîsa Beyannameya Mafan dike ku ji hikumeta me qedexe dike ku " rêzê li sazîyekê dînî bigire. "  

    “Pesîtîya me bawerî ye.”
    George W. Bush, Greensboro, North Carolina, Cotmeh 10, 2000, quoted from Jacob Weinberg, “The Complete Bushisms”

    “Mesaja ku ji alîya reveberîya teze hate dayîn ev e ku Emerîkaya George W. Bush, mîlletekî Kirîstîyan e û yên ne Kirîstîyan jî eger qebûl dikin ku, ne mina hemwelatîyên wekhev, lê wekî kemanîyek jîyan bikin, ser Çavan hatin.” Alan M. Dershowitz, in "Bush Starts Off by Defying the Constitution," Los Angeles Times, Çîleya Pasîn 24, 2001  

    Kehanet di dema nezîk de bîcîh tê

    13. Zelalî e ku cenewarê du qolîÇî DYE ye. Lê, tekîlîya navbera DYE û sureta cenewarê Çi ye?

    Her Çend DYE li dijî presnsîbên papatî hatibe damezrandin jî, îro em dibînin Çawa DYE û Vatîkan bi hev re dixebitin ku nabdorên xwe hîn zedetir bikin. încîl ji me re dibeje ku demekî ne pir dur de, DYE vê qanûnek derbaz bike ku, ji welatîyên xwe û hemî dinya daxwaz bike ku perestina cenewarê yekan yanî papatî bike . “û ev [DYE] gîs hêza cenewarê yekan [papatî] bikar anî û bû sedema hemîyan ku [berê DYE û dû re hemî cîhan] perestina cenewarê yekan [Yeksema papatî rûmet dike] bikin ku birîna wê [li 1798] qenc bû [1929]…û yên ku li serî dinyayê jîyan dikir re digo hun sureta cenewarê [teqlîda papa dikir ku jibo bicîh anîna dogmayên dînî quweta sivîl xebitand] ku bi birîna sûrê birîndar bûbû lê filîtîbû” Rev. 13:12, 14

    Pase DYE dê serbestîya xwe ya olî berde ku ayîna Yekseml bicîh bîne (îsareta cenewarê). Mana vê eve ku Dêrên Protestan jibo serketina armancên xwe, dê hikumetan qontrol bike. Çaxê ev Çêbû, DYE jî mîna Dêra Katolîka Romanê bike ku dêrê bi dewlete re yekgirtî kirîbû. Dû re DYE mîna “ejderhakî” bipeyve û “hemî hêzên cenewarê yekan” bikar bîne. Rev. 13:11, 12 ; ew jî mîna cenewarê yekan, papatî, zalim, zordar û zulumkar be.

    Jiber vê yekê, gava ku serbestîya olî hinda bû, ceza kirina kemanîyên hevrik dê bibe rastîyek û rojên mîna demên berê zulumdarîya olî vê dubare bibe: “û quweta wî hebû ku ta sureta cenewarê jîyan bide [qanûnên Yeksemê qebûl kir] û lazim bû gelek ji wan ku perestina sureta cenewarê ne dikirin [bi rûmet kirina Semîyê, ne Yeksemê] bihatana kustin. û wan hemîyan ku mezin û biÇûk, zengîn û feqîr, azad û bindest bin, ji destên xwe yên rast yan jî li enîyên xwe îsaretek bistînin: û ti kes nikane bikire û bifrose” [yên ku rûmeta Sabatha rastîn dikin dê werin qedexe kirin ku bikirin û bifrosin] yan jî navê cenewarê…” Rev. 13:15-17

    Hinek ji wan, “ li enîyên xwe” vê îsaretek bistînin, jiber ku “bawerîya derewekî kirin” 2 Thessalonians 2:11. Yên din, her Çend qayîl bûne ku Yeksem ne Sabatha rastîn e, bi standina îsaretek di “destê wana rast de” vê hebûnên xwe berdewam bikin.

    14. Jibo ku ev rast derkeve, lazim e delîl hebe ku papatî dema niha de, hewl dide ku li DYEê heyecana Yeksemê derxîne û Protestanên DYEê ku (dijminên dîrokî yên Roma ne) halwestên xwe guhertine û hazîr bûnên xwe yên hevkarîyê, jibo bicîh anîna qanûnên Yeksemê, dîyar kirine. Gelo delîlek usa heye?  

    îro piranîya Protestanan li qencîya papatî difikrin û ev yek jî cesaret daye papatî ku bi erîskerî daxwazîya yasaya ayîna Yeksemê derxîne:

    “Gîs Emerîkîyan lazim e daxwaznameyan bisînin Serok û Qongrê ku yasayek nû ya federalî hazir bikin – yan jî pldivî be, Konstitîsinê de guhartinan Çê kin - ku roja Sabath (a derewîn) wekî rojekî netewî yan jî behn vedane dîyar bikin. CATHOLIC TWIN CIRCLE , Tebax 25, 1985, Nivîsara “Sacking Sunday”

    “Di vê babetê de, pêsewarê min Papa Leo XIII…anî ziman ku Yeksam mafê karkerana betlaneyê ku dive Dewlet jî vî mafî garantî bike.” Pope John Paul II-DIES DOMINI, Gulan 31, 1998

    “Loma…Kirîstîyanan bi xwezayî dê tekosînê bikin ku, qanûnên sîvîl rêzê li wan bigire ku pîrozbahîya roja Yeksemê bipareze. Di her sertê de, ewana di vîcdanên xwe de mecbur in ku betlanê Yeksemê de, rîyekî peyda bikin ku rê bide wan ku tevli ayîna Eucharist bibin û ji kar û Çalakîyên dijî pîrozbahêya vê Roja Xwedeyê dûr bisekinin…” Papa John Paul II, DIES DOMINI, Gulan 31, 1998

    “…Kirîstîyanan [li her derê] divê hewl bidin ku Yekseman û rojên pîroz yên Dêrê wekî betlanên qanûnî bidin qebûl kirin .” Catechism of the Catholic Church, popular and definitive edition, 2000, par 2188

    Piranîya rêberên Protestanên DYEê hazir in ku dawî li problemên navbera wan û Katolîkan bînin:

    “Serokên Protestanên Emerîkayê û dêrên Ortadoksên Rojhilatê ku, roja înîyê, digel Papa John Paul II runistîbûn, wê civîna xwe wekî pengavekê gir, li ser rîya yekîtîyekê mezintir nîsan dabûn... Rev. Donald Jones ku United Methodist û serokê dersên olî ya Universiteya South Carolina, wê civînê wekî ‘girîngtirîn civîna sedsalê’ ya ecumenical (yek kirina dêran) binav kir. Rev. Paul A. Crow Jr ku ji Indianapolisê ye û karmendê yek kirina Dêrên Kirîstîyanan (Disciples of Christ) e, wê civinê wekî ‘rojekî nû ya ecumenismê binav kir û got Xwedê me diksîne ba hev”  The Montgomery Advertiser, îlon. 12, 1987

    Billy Graham : “Min dît ku bawerîyên min wekheva yên Katolîkên Roman yên Ortadoks in.” McCall’s, January 1978. Ew, her wiha jibo PapaJohn Paul II ji got : “Mezintirîn rêberê olî ya cihana modern e.” The Saturday Evening Post, January-February 1980

    Paul Crouch : “Ez peyva Protestan, ji ferhenga xwe, bi temamî davejim û derdixim… Ez ti tist protesto nakim… Dem hatiye ku Katolîk û ne-Katolîk, di gîyan de yek, di Xwedê de yek, werin ba hev.” “Praise the Lord” program, Trinity Broadcasting Network, Cotmeh 17, 1989

    Robert Schuller : “Dem jibo Protestanan hatiye ku herin ba sivanê [Papa] û bejin “Jibo vegera malê dive em Çi bikin?” Los Angeles Herald Examiner, îlon 19, 1987, rupela olê

    David Wells : “Ku Katolikizm, di rojên pesya me de pirtir bibe Katolîk ku di bin papaya niha de, ez Çaverê dikim, ferqên teolojîkî dê tujtir bibe lê ihtîmal e hevkarîye me bi Katolîkan li dijî kultura dinyevî kurtir be. Ez, wekî xwe, hazir im ku vê guhartinê bikim.”   Eternity Magazine, îlon. 1987

    J. L. Packer : “Hînkirinên karîzmatîk yên Protestan û Katolîkan li ser jîyana Kirîstîyaniyê bi hemî armanc û nîyetên xwe wekhev in. Jibo peseroja jîyana Kirîstîyanîyê Çi qas girîng e ne ulo?” J. I. Packer, Christianity Today, Hezîran 22, 1992

    Neal C. Wilson : “Her Çi qas rast e ku, li jîyana Seventh-day Adventist Churchperîyodek hebû ku nerinekê gelek ne (anti)-Roman Katolîk standibe jî...ew nerîn… jibo Seventh-day Adventist Church bûye dîrok.   Neal C. Wilson , serokê berê ye Seventh-day Adventist Civîna Gistî, 1974

    Çawa rê li îsareta Cenewarê bigirin

    15. Ez Çawa dikanim rê li girtina îsareta cenewarê bigirim?

    Ev, pirsekî girîng e. Xwedê, di hez kirina Xwe ya bêdawî de, hîsyarîya me kirîye perestina cenewarê mekin û îsareta wî jî nestînin. Yên ku îsareta cenewarê standine “dê seraba torebûna Xwedê vexwîn ku bi beyî ku tistekî din tevle be [bê merhamet] û li nav fîncana hersa diherke; û digel agir û sulfur were eskence kirin… ki ku perestina cenewarê dike [bi Çuyîna ayîna Yeksemê rûmeta papatîyê digire] û sureta wî [DYE ku dixwaze ayîna Yeksmê bike qanûn] û her wiha kî ku îsareta navê wî standiye” Rev. 14:10, 11 .

    Ewana gîs gotinên Xwedê yên cîddî ne. Torebûna Wî li ser sûcê ku hatiye kirin e. Bi rûmet girtina Yeksemê ku ji alîya Seytan, bi destê papatî derketîye, hun dibin sedem ku îsareta cenewarê bistînin. Seytan dixwaze jibo rûmet girtina vê roja derewîn, pirtir û pirtir merivan bixapîne. Jibo bas pêk anîna vê xapandina xwe, ew roja Yeksemê, ku roja jinûve dayîk bûna îsa ye, dibijere ku dizane gelek insane dê bawer bike ku ayîna Yeksemê ji Semîyê girîngtir e Çimkî hurmeta jinûve dayîk bûna îsa ye. Lê, tenê yek rîya ne standina îsareta cenewarê heye ku, ew jî red kirina roja ku ji alîya Xwedê ne hatiye bijartin e. Roja tenê ku Xwedê xwestîye, Sabatha Semîyê pîroz e û bi hurmet girtina wê rojê, hunê “hunê mohra Xwedeyê zindî” vergirin. Rev. 7:2.

    Eger dixwazî ji mirin û jinûve dayîk bûna îsa ye rûmetê bigirî, încîl bi eskereyî dibeje ku vaftîzê bi temamî (bi temamî deyne nav avê) bicîh bîne . Li Romans 6:3-5 binere. Bi ketina nava avê, tu mirina Wî qebûl dikî. Bi derketina nava avê, tu jinûve dayîk bûna Wî qebûl dikî .

    16. Gelo halê milyaran Kirîstîyanan ku li sûna Semîyê, rêzê li Yeksemê girtine Çi be- gelo beyî ku bizanin, îsareta cenewarê standine? û her wiha halê Kirîstîyanên îro ku ji dil hezîr dikin ku Yeksemê roja Sabatha încîlê ye?

    Piranîya nifsên Kirîstîyanan demên buhurî bi fikra bicîh anîna Sabbata încîlê, tevli Yeksemê dibûn; û îro li her dêrê û li Dêra katolîk ya Roman ji, Kirîstîyanên dilpak hene ku birastî bawer dikin ku, Yeksemê, roja Xwedê ye. HîÇ kes ji wan nikanin werin sûcdar kirin jiber ku bo wan ti ronahî nehat anîn. Jiber ku di demên me ya nezanîyê de, Çavê Xwedê tim li ser me ye. See Acts 17:30. Em bi tenê ronahîya ku derfetê me hebû, em bistînin, werin mahkeme kirin. Lê, gava qanûna Yeksema gerdûnî derbaz be, here tist dê pirtir zelal be û kî ku emirên Xwedeyê binpê bike dê îsareta cenewarê bistîne.

    Pase herkes dê were îmtîhan kirin ku emirên Xwedê yan jî papaya bicîh anîye. Tuyê li ku derê bî?

    Bê alîbûn ne mimkun e

    17. Çima ez tevli vê meselê bim. Çima zanayên olî vê meselê Çareser nakin?

    îqaza Xwedê ya R evelation 14, bi zelalî dibeje ku dive herkes alaqadar be. îsa got, “Yê ku ne bi min re ye, li dijî min” Luke 11:23. Xwedê herkesê berpirsîyar dike ku jibo rastîyê yan jî li dijî rastîyê be. Ev îqaz ne jibo kesek, Çînek, sertek yan jî dînek e, bo hemî mirivahî ye .

    Em ne mecbûr in ku bi zanabûn qraltîya tarîyê bibijerin û bikevin bin desthilatdarîya wê. Divê em tenê bi qraltîya ronahîyê hevaltî bikin. Lazim e, em alaqa nîsane her tistê ku bi rehetîya bêdawîya giyanên re giredayî ye, bidin. Xwedê hez nake ku mirov li hember mijarên olî bê alaqa be.

    Divê ez Çi bikim?

    Jibo ku Xwedê bê alibûn hez nake û ez serwext im ku jibo ku îsareta cenewarê nestînim divê, her Çend bi qanûnan Yeksemê li ser me, bi zora cezayê mirinê jî were zor kirin, em hurmeta roja Semîyê bigirin:

    18. Di pengavên pratîkî de, pisti pejirandina wan tistên jorîn, lazim e, pengava mina yekemîn Çawa be?

    Xwedê gelek heveskar e ku bi te re bikeve tekîlîyê. Birastê Ew dixwaze tu bibî qîz û lawên Wî. Bifikre, Çi serbilindîyekî mezin e ku tuyê bibî qîz yan jî lawê Qralê Qralan û Xwedeyê Xwedêyan. Ev firseta rastîn ji te re hat dayîn û Ew hezir e ku ev serefa herî mezin bide te. Lê, hîn qotinên wî hene, ji te re, “Bi yên ku bê bawerî ne, neyin ba hevdu jiber ku li nevbera rastî û seytanî, ronahî û tarî ti dostayetî tune ye. 15 Li navbera îsa û seytan Çi peyman heye? Yan jî, navbera bawerker û ne bawerker. 16 û navbera Xwedê û suretan Çi peyman heye? Çimkî tu mala Xwedeyê zindî yî; wekî Xwedê ji gotî ezê werim nav wan, bi wan re bimesim û ezê bibim Xwedeyê wan û ew jî bibin gelê min. 17 Loma, ji nav wan derkeve û cuda be, Xwedê got û destê xwe naveje tistên ne paqij; û ezê te qebûl bikim. 18 û ezê ji te re bibim bav û hunê bibin qîz û lawikên min. 7:1 Jibo ku Xwedê dê xelatên usa girîng bide me, werin em xwe ji her tistên dinyevî paqij bikin û li nav tirsa pîroz bûna Xwedê bêqisûr bibin.” 2 Corinthians 6:14-18; 7:1.

    Ev pasaja girîng ya încîlê van prensîban pesya me dihundirîne:

    1. Xwedê destûr nade ku rastî were tevli hev kirin (99% rast be jî nabe). Tenê Seytan, rastî bi derewan tevlihev dike ku xapandina xwe wesere. Loma, her ol ku xwedanê derew û sasitî ne (bûyîna Yeksemê wekî roja Xwedeyê), ji Xwedê nehatîye. “Çi aleqayê ronahî bi tarî re heye?” “Xwedê ji ronahî ye û nav Wî de hîÇ tarîtî tune ye” 2 Corinthians 6:14;1 John 1:5. Rastî ya % 100 rast e yan jî, ev ne rastî ye. Jibo hindekarî û tradîtsîyonên bi destê însanan Çêkirî qet cîh tune ye .

    “Cuda bûn, yekemîn pengava berÇav ku jibo bûyîna zarokê Xwedê temsîl dike”

    2. Jibo însanek ku dixwaze bi Xwedê re li nav ahengî de bijî, divê, nebe endamê ti dêr yan jî sîstema olî ku li ser esasên Seytanê hate damezrandin: tevlî bûna rastî bi sasîtîyan re. Ev cuda bûnyekemîn pengava berÇav ku jibo bûyîna zarokê Xwedê temsîl dike û divê wekî bavê xwe hez kirina Wî bikin.

    Gava em cuda bûn, em dikanin bibin qîz û lawikên Xwedeyê. Jiber ku me fehm kiriye, li dinyayî tenê du sîstemên olî hene: ya Xwedê û ya Seyanê û loma jî, me ji dil û can xwestîye ku hemî peywendîyên xwe bi sîstema olî ku ji destê Seytanê hat damezrandin, bibirin.

    3. Tu dizanî ku, bi terkandina sîstema Seytanê tuyê hevalên xwe, malbata xwe, tesîra xwe, karê xwe û hwd hinda bikî… Xwedê garantî dide te: Ez Xwedayê hêzdar im.” Maneya vê ev e ku, Ew ji hinda bûnên te pirtir vê bide te. îsa soz dide te : “Mirovek tune ku jibo min û jibo încîlê terka mala xwe, birayê xwe, xwîska xwe, deûbavê xwe, jinka xwe, zarokên xwe, erd û zewîyên xwe kirîye, Lê, evê sedcar pirtir bibe xwedanê xanî, xwîsk û bira, deûbav, zarok û erd û zewî û ceza kirinê; û li dinyayê heta jîyana bê dawîyê” Mark 10:29, 30.

    4. Pistî em ji sîstema dinê Seytanê derketin û bi rîya bandore Ruhê Pîroz, Çêdibe Xwedê me birêve bibe û me ji gunehan paqij bike û navbera Xwe û insananan qanalekî diyalogê veke. Lê, Xwedî ji me dixwaze ku, em, ne bi zorê, lê dilxwestî îtaeta Wî bikin û ji Wî re xîzmet bikin. Hez kirina Xwedeyê bingeha olê wî ye. Ku bi hêvîya dest xistina xelatê, li sûna cezayê werî xizmeta Xwdeyê, ev li kerê tistekî naye.

    Bi Xwedê re Astî (pêk hatin)

    19. Bi Xwedê re astî Çiye û Çima hewcedarîya wê heye?

    Gava Xwedê, Adem û Havva afirand, ew her du jî xwedanê qarakaterê gelek cindî bûn û di bin îtaeta qanûna Xwedê de jîyan dikirin. Jibo xwezayî kirina îtaeta wan, Xwedê, Deh Emiran nivisî ser dilên wan. Ew, her wiha anî zimen ku ku xelet kirina qanûnên Wî. Cezayê mirine lazim dike. “heqê gunehê mirin e” Romans 6:23. Jibo hemî hikumetan qanûnên zelal û cezayên ronkirî hewce ye. Ka rewsa dinyayî bîna bîra xwe, eger ceza ji holê rabûya? Gelo jîyan kirina ciyekî ku bi sûcdarên qanûnan nehatana ceza kirin, ewle dibû?

    Dema ku Xwedê qanûna xwe ji Adem û Havva re dest nîsan kir, jibo xwezayî kirina îtaeta wan, Deh Emiran jî li ser dilên wan nivisî. Xwedê, azadîya wana bijartinê, ji destê wan negirt. Erê, Xwedê însan afirandîye ku qanûna Wî binpê mekin lê; di rewsê usa de, insan dê azad û exlaqî nebûya lê bibûya makînekî basît. Bê azadîya bijartinê, îtaeta Wî dilxwestî nebibû lê zorê dibû.

    Mixabin, Adem û Havva bi dilê xwe xwestin ku li dijî Xwedê werin loma ji guneh, li navbera Xwedê û insan astengek derxist. Ewan, seba binpê kirina qanûna Xwedê, cezayê mirinê standin. Divê bimirîyana. Dîsa, pistî bijartina ne îtaet kirina qanûna Wî, nîyeta wana paqij bo îtaet kirina Xwedê xirabû. Edî, daxwazîya be iteatkarî û muhalefet kirin hetîbû nav dilê wan.

    Dema bi binpê kirina Adem û Havva re rûbirû mabû, Xwedeyê me hezker Çi dikir? Jibo binpê kirina qanûna Wî, bihele ku ew her du bimirin? Gelo, deûbavên ser dinyayê, pistî zarokên wan bijartin ku ne îtaeta wan, terka zarokên xwe dikin? Yan jê a xirabtir, gelo Ewê jibo sa kirina wan, cezayê binpê kirina qanûna Wî rakira? Gelo, hikumetek, Çi li dinya, Çi li bihûstê, dikane beyî ku cezayên bas hatin zelal kirin, hebûna xwe, bi serfirazî bidomîne? Helbet nikane.

    Bi kinahî bejin, eger Adem û Havva cezayê sûcê xwe bidana, ew de bibûya sedema dawî anîna nifsê însanan. Yan jî eger, Xwedê Adem û Havvayekê din biafirinda, garantî nebû ku ew jî mina yên berê bijartina ne îtaetî mekin û hemî proses ji destpek de biqewîmîya. Eskere ye ku Çaresarîyekî dervayî bihata kesîf kirin. Ew, plana bihûstî, ji alîya Xwedê, demekê gelek pestir, berê ku ihtîyaÇ Çêbe, hatîbû amade kirin.

    încîl dibeje “ew sira ku, bi sedan salan ji hemî nifsên hatiyê vesartin, niha ji ezîzan re hat eskere kirin” Colossians 1:26. Plana Xwedê ew bû ku, beyî ku qanûna xwe baveje xeterê, planek Çêbike ku insanan bi aheng, jinûve bîne dinyayê Çimkî her Çend Xwedê nefret li guneh dikir, ew qas jî gunehkaran hez dikir .

    Maneya vê Çareserîyê ev bû ku yekê din cezayê mirinê biksanda; Çimkî mirina wî li sûna hemî gunehkaran bibûya. Bi mirina wî, gunehkar ku bawer dikir bi Xwedê, nav astîyê dabû, wekî ku qet gunehkarî nekirîbû û loma jî adalet û hez kirina Xwedê ya nifsê însanan bi hevre nediketê hevrikîyê. Beyî ki kisandina cezayê, navbera Xwedê û însan hîÇ astî Çênabe û astî jibo ahenga navbera Xwedê û jîyan kirina digel Wî, li buhûsta ebedî pêwîst e.

    Dîsa, ev kesê dervayî ku dikir ku li sûna hemî gunehkaran bimire, pêwîst didît ku ji insanan re nîsan bide ku mirov Çawa dikane, li dinyayê bê guneh bijî ku bikinibe di nav astîyekî ebedî de, bi Xwedê re bijî. Bê goman, plana Xwedê dixwast ji însanan re rîyekî peyda bike ku li ember gunehê bi serkeftî bijîn ! Loma jî, her Çi qas bi binpê kirjna qanûna Xwedê, Adem bihûstê hinda kirêbe jî, bi îtaet kirina qanûnên Bavê me û bi bawer kirina xwîna vê kesê dervayî, mimkun e bihûst, carekî din were bidest xistin.

    20. Ez dixwazim astîya xwe bi Xwedê re pêk bînim; ez dixwazim gunehên jîyana xwe têk bibim. Divê ez Çi bikim?

    Divê du noqteyên girîng bibîr bînî. A yekan, dilê sanaz hewl dide ku xilas bûnê wergire; lê hem cîyê te bo bihûst û astîyê di vê kesê darvayî de tê dîtin. A duduyan, Xwedê, heta ku li ser hemî zayîfîyên xwe serwext nebî û xwe bi gistî nedî qontrola Xwedê, Ew nikane tistek bike.

    Lê, pirsa te ev mane dide ku, te gunehên xwe mehkûm kirîye û tu bi xwe xwe re ne dilsad î. Pengava yekemîn ku divê were avetin posman bûn e. “Posman be...û bizivire ku gunehên te bikanîbin ji holê rabin” Acts 3:19. Em pir caran xemdar dibin Çimkî halwestên me yên saytanî, ji me re encamên ne bas dertîne; lê ev ne posman bûn e. Posman bûna rastîn, ji xemgîn bûna gunehan zedetir e. Ev, ji seytan, durketinekî bi biryar e. Ti posman bûn ku jinûve rexistin kirina exlaqê naxebitîne, ne rastîn e. Gelo, mirov dikane, ji xwe posman bibe? Ne ku ji xwe efû kirin û cezayê xwe kisandin pirtir. Posman bûn, ji diyarîyekî Xwedê ye ku ji efû kirin ne kêmtir e û ta ku ji ruhekî re were dayîn, nikane were ceribandin .

    Dema dil, bi îtaet kirina bandore Ruha Xwedeyê, bi temamî posman bû, gunehkar vê destbi dîtina ferqa heja bûna qanûnên Xwedeyê yên piroz, bike. Tuyê bêrîya jiyanekî paqij û pîroz û astîyek berdewam bi Xwedê re bikî. û Çawa ku em hewl didin ku rojane nezîktîr digel Xwedê bimesin, “nezîkê Xwedê be, Ew jî nezîkê te be” û pirtir em ji rîyên xwe yên gunehkar “rojane bimirin”, karakterên me, pirtir û pirtir sewqa Wî bidin James 4:8;1 Corinthians 15:31.

    Bi rîya îsayê, li hember gunehan Serkeftin

    21. Kerema xwe zedetir li ser nasnameya kesê dervayî rave bike; gelo birastî mimkûn e ku, gava li dinyayê dijî, bi rîya wî, serkeftin li hember gunehan bidest bixî?

    Tenê yek kes hebû ku dikanî, bi serfirazî erkê bicîh bîne. Ew kes, ji xeynî kurê Xwedê ti kes nebû. Çima, kurê Xwedê kesê bêhempa bû jibo vê erkê? Çimkî Kur, Afrirîndarê her tistan e, “Kî ye sureta Xwedayê nexuya… jibo wê, em hermî yên ku hatine afirandin in.” û, Kur xwedîyê hemî qabîlîyet û taybetmendîyên Xwedê ye Çimkî Ew, “sureta wê kesê ye.” îsa di hindûra Xwe de, xwedanê jîyanê ye ku ji hemî morovên dayîk bûyî û yên ku hewcedarîya mirina Wî ya li sûna morovên din, pirtir e. Jiber vê yekê, fîdakarîya Wî , ji gîs gunehkaran ku mirina Wî ya li sûna mirovên din qebûl kiriye re, adaleta Xwedê bîne. Di hindûra Kurê de, “merhamet û rastî bi hevre ne; rastî û astî hevdu maÇ kirine.” û, bibo ku wekhevê Xwedê ye, Kur, kesê behempayê ku dikane bedewtîya Xwedê, nîsana însananan bike û astîya navbera însan û Xwedê pêk bîne. Colossians 1:15, 16; Hebrews 1:3; Psalms 85:10.

    Lebelê, jibo qewîmîna vê û bicîh anîna adaleta Xwedê, divîya Kur, xwe ji nav insanên gunehker bibe . “Birastî ew alîkarîya melekan nake; lê ew destek da tovê îbrahîmê.” Tenê bi nimûneyek usa, jibo Kur dikanîbû bibe pengavekî adîl ku jibo mîanekî bê qisur e . “Ji me re nimûneyek dihele ku em jî li dû pengavên wî herin: Kî gunehkarî nekiriye.” Ji alîyekî bi îlahî bûna xwe, digiheje Xwedê û ji alîyê din ji bi însan bûna xwe digiheje însanan. Loma, bi tenê Kur dikanîbû wê xelata heja yê pêk hatinê bicîh anîbûya. “Jiber ku zarok gost û xwîn in, Ew [Kur] bi xwe jî mina wan bû” “…Xwedê do hindûra îsa de bû, navbera xweû dinê de astî dikir” “jiber ku…gava em dijminê Xwedê bûn, bi mirina Kurê Wî li navbera me astî Çêkir.” îsa xwezayê jîyana me, digel hemî zayîfîyên xwe girte stûya xwe lê dîsa jî jîyanek bê guneh derbaz kir. Ew, serkeftina Wî ya mezin e li hember gunehê ku îsa heweskar bû hêz bide me ku em jîyan bikin. Hebrews 2:16; 1 Peter 2:21, 22; Hebrews 2:14; 2 Corinthians 5:19; Romans 5:10.

    Armanca Xwedê bo Kurê xwe, ji bilindtirîn hîzra mimkûn ya insanan bilindtir e. “Tu bibe bêqisûr Çimkî Bavê we yê bihûstê ji, jî bêqisûr e” “…Çawa Ew ji we re got hun pîroz in, hun jî hemî detayên jîyana xwe de bibin pîroz” “Da ku hun zarokên Xwedê, li nav mirovên bênamus û bê exlaq, bibin mirovên piroz û bê zarar...” “Bisopîne… bê piroz bûn ti kes nikane Xwedê bibîne” . Gîs emirên Wî mimkun in. Xwedê, beyî ku peyda kirina bicîh anînê, ti hewcedarî dernaxe. Matthew 5:48; 1 Peter 1:15;Philippians 2:15; Hebrews 12:14.  

    “Tu bibe bêqisûr Çimkî Bavê we yê bihûstê ji, jî bêqisûr e”- Matthew 5:48

    Jibo gehestina bêqisûrîya karakterê îsayê ti tist ne lazim e. Het a fîdakarîya îsayê, hazirî ji her bawerkar re hate kirin ku, jibo dest xistina armanca daxwaz kirî her tist bicîh bînin. Xwedê bang li me dike ku em bigehjin standarda bêqisûrîyê û karaktera îsayê ji me re wekî nimûne datîne. Di mirovahîya Wî de, ku li dijî seytanê berxwedana berdewamî hebû, îsa nîsana me da ku bi hevkarîya Xwedeyê, li vî dinyê, insanan jî dikanin bêqisûrtîya karakterê bidest xin. Ev, jiber ku em jî bigehjin serkeftinê, arantî kirina Xwedê.

    Em sipasîya Xwedê dikin ku” bi destê îsayê serkeftin da me” 1 Corinthians 15:57.

    22. Çawa mimkun e ku li dinyakî usa xirab û gunehkar, îsa kanî jîyanekî bl guneh jîyan bike?

    Jîyana ti kesî, wekî a îsayê bi kar û berpirsîyarî tijî nebû; lê Çi qas pir di îbadetê de hat dîtin! Tekîlîya Wî ya bi Xwedê re Çawa bû! Dîsa û dîsa, di dîroka jîyana Wî ya dinyevî de, tistên usa jî tên dîtin: “Berî ku roj derkeve rabû û Çu cîyekî bêdeng û xwe daye îbadetê” “û, Ew bi xwe Çu tenahîyê û îbadet kir” “û di van rojan de qewîmî û Çu Çîyayekî û hemî sev berdewama ibadeta Xwedê kir” Mark 1:35 ; Luke 5:16; 6:12.  

    Danûstandina berdewam digel Bavê xwe, jibo îsa pir jîndarî bû . Loma, lazim e îro bi me re be. Wekî, yekî bi me re ku dabeskarê hewcedarî û zayîfîyên me bû û bi temamî girdayî Xwedê bû û di cîyê vesartî ya îbadetê de, Ew li qidûma ilahî digerîya û îhtmîal bû ji dinê re, bo erk û mahkeme kirin, bihata sandin. Li dinyakê gunehkar, îsa li ber zehmetî û eskenceyên ruhan sekinî. Bi danûstandina xwe ya bi Xwedê re, îsa dikanîbû es û azarên xwe bigota Xwedê. Li vir, Ew rehetî û xweshalî dît. Wekî mirovek, heta ku mirov bûna Wî gihanda ebedîyetê, li ber texta Xwedê digerîya. Direjahîya danûstanina xwe ya bi Xwedê re, Ew quwet stand ku bê guneh jîyan bike. Tecrubeya Wî, dikane bibe tercrubeya we .

    Berî her tistî, îhtîmala bûyîna mîna îsayê, bicîh anîna hemî prensîbên qanûna Xwedeyê mimkun e. Lê, bi serî xwe em nikanin. Ev tistê piroz, tenê dikane, bi perwerdeya xwe xwe bo girtina bandorên Ruha Pîroz, peyda dibe. Hêza îsayê bi qudret, dê alîkarîya me bike ku, em berdewamîya têk birina her sasitîyan bikin. Em bi berdewamî ibadeta îsa bikin jiber ku Ew jî, jibo têk birina zayifîyên me yên xwezayî, tim bi bavê xwe re danûstandinan dikir. Ev prosesa, paqij kirina xwe xwe, ji zayifîyan, tistekî her demî ye. Divê, roj bi roj, em hevkarîya Xwedê bikin ku, jibo derxistina halwestên rast, ked û hewlên me deyne pesîye. îsa, di tekosîna me ya li dijî seytanê ku derdora me peÇandîyê de, bi sadî hêz û pejirandinên xwe bide.

    Bawer kirina îsa bi hewlên xwe Sexsî yek bike

    23. Tu dibejî, bawer kirina îsa, bi serî xwe tera min nake ku, li dijî gunehan, destbi serê bikim? Gelo, tenê, bawer kirina mina îsa û tistên ku jibo min kirî, jibo rizgar bûna min ne bes e?

    Kî ku îsa, wekî Xilaskerê sexsî qebûl dike, bi xwedî bûna hejahîyên Wî tê xelat kirin. Lê, yên ku bê ked û hewldan û bê biryar bûn, daxwazîya guherînên sîhîrî di karakterên xwe de, hêvî dikin ku gunehan têk bibin, vê xeyal sikestî bin. Divê, em bergirîya xwe bikin ku, xwezayê me ye kevn carekî din raserîyê nexwaze ku dijmin ji bikanîbe dafik (feq)an bîne pesya me ku me carekî din bike hesîra xwe. Lazim e, “em xilas bûna xwe bi tirs û lerizîn pêk bînin. Çimkî yê ku di hindûra te de, li gorî qencîya xwe, daxwazan dike û dixebite Xwedê ye.” Philippians 2:12, 13.

    îsa, hîÇ garantî nedaye me ku bidest xistina karakterekî bêqisûr hesan e. Qarakterekî esîl û pirrengî nayê jêgirtin û bi tesadufan jî naye. Qarakterekî esîl, bi hewldanên sexsî ku bi rîya hejahî û hêza îsa tê qezenc kirin. Xwedê qabîlîyet û hêza aqilê me dide me; em karakterê ava bikin. Ew, bi serekî dijwar û tund li hember sexsa xwe ya mirov ava dibe. Divê, li dijî dilxwezî (temayul)yên hindura me, ser li dû ser were dayîn.

    Divê em xwe xwe rexne bikin û rê nedin ku yek taybetmendîya xelet jî bê serrast kirin nemîne. E tist carna pir Çetin e û ceratê meran diskîne Çimkî em bi kîretîyên karakterên xwe serxwext dibin û li wan dinerin lê lazim e em li îsa binerin . Lê, her kî ku ji dergeha ruhnik derbaz bû, dê mîna fatîhan bikeve hindûrê û fetîha wî ya herî mezin, fetîh kirina sexsa xwe be.  

    Bila kesek nebeje, Ez nikanim qisûr û kemahîyên karaktera xwe derman bikim. Eger , yekî bigehje vê hizirê, ewê di dest xistina jîyana bêdawî de, bêsik têk biÇe. Bê îmkanî, di îradeya sexsî de vesartî ye. Dijwarîya rastîn, ji xirabûna dilê ne pîrozwer û dilsarîya qebûl kirina qontrola Xwedê derdikeve.

    îtaet kirina Xwedê, gava bi Wî re axaftin ji her tist girîngtir e. Du karakterên bingehîn yên bawerkeran îtaeta qanûna Wî û bawerî bi îsa ye. See Revelation 14:12. Loma, bi tenê “bawer kirina” îsa ne bes e. Heku usa bûya, Seytan bi xwe jî, Bihûstê bidest xista, jiber ku hatiye nivîsîn “yên seytanî jî bawer dikin û dilerzin” James 2:19.

    Wekî nimûne, Çi bû sedema avetina Adem û Havva ji bihûstê? Ti problema wana bawer kirina îsa tunebû, jiber ku îsa bi wan re di henîkahîya rojê de mesîyabû. Li Genesis 3:8 binere. Sedema wê, bê îtaet kirina wan bû. Gelo, em bi xebatan hatin xilas kirin? “Ne bi xebatên me yên rastî ku me kirî lê li gorî merhameta xwe, Wî em xilas kirin” Titus 3:5. Em jibo ku xilas bin, qanûnê bicêh nayînin. Bicîh anîna emiran, meywe ne, îsa gote alîgirên xwe.

    Qanûn îsbat dike ku hewcedarîya me ya Xilasker heye. Ku em wekî “neynikê” li gunehên xwe binerin, em dikanin xeletîyên xwe hîn zelaltir bibînin. Li James 1:23-25 binere. Alîkarîya me dike em serxwext bin ku bê îsa bêqisûrî nabe. Qanûn nikane xilas ke. Ew, tenê diane, pêwîstîya me ya bi Xilaskerê re nîsan dide. Jibo danîna pês Çavan, ku tu bikevî nav liÇa Çamûrê, gava tu li ber neynikê bisekînî, tuyê gemarê ser xwe bibînî. Gelo, neynik dikane, te paqij bike? No, nikane. Ew tenê nîsanê te bike ku, lazim e tu xwe pak bikî.

    24 . Gelo birastî mimkun e ku, eger ez bi hêza îsayê bawer bikim û serê xwe ya sexsîyê li dijî hemî xeletîyên xwe bidomînim, karaktera minê bêqisûr be ?

    Mîlyaketên bihûstî, dê alîkarîya her kesî ku dixwaze li bêqisûrîya karakterê bigere, bikin . Jibo herkesê ku, bi vî karî mijûl e, îsa dibeje, Ez, li destê we yê rastê me ku, destek bidime we “Çimkî bê min hun nikanin tistek bikin” John 15:5. Vî tîstî, bînin bîra xwe. Werin em ji serî heta binî, rast û durist bin da ku ti fêtkarî nikanîbe me xira bike. Divê em dilê, yê ku pir li me hez kir û jibo gunehên me canê xwe fîda kir, meskînin.

    Ku te gelek sasîtî kirîye, eger van sasîtîyana bibînî û van mina rênîsanîyên hîsyarî qebûl bikî, tuyê bêsik serkeftinek bidest xî. Bi vî avayî, tu teê Çûna xwe dikî serkeftin, dijmînê xwe dilsikestî dikî û Xilaskerê xwe jî serbilind dikî. Hîngê, îradeya te bi îradeya Xwedê re hevkarî dike û dibe qedîrgirê (sîyankerê) hemî tistan .

    Tamîrkerê Serkêsî (Bêrîayetî)yê

    25. Ez niha pesinda tegehestina girîngîya nasnameya cenewarê, îsaret û sureta wî dikim, Çimkî, eger bi binpê kirina qanûna Xwedê bihatama xapandin, bêqisûrî jibo min ne mimkûn dibû. Niha, ez dikanim Çi bikim?

    Hînka em dizanin ku Yeksemê, îsareta papatî (cenewar) ye û Seytan dê di demekê nezik de, bi xebitandina hêza Emerîka ya gerdûnî û bi empoze kirina qanûnên Yeksemeyê, ne mimkun dike ku em roja betlana pîroz yê Xwedeyê bicîh bînin. Lazim e, em destbi rûmet girtina Sabathê bikin û vê rastîyê bi yên din re parve bikin ku pir û pirtir gîyanan bidest xin.

    Emir hatî dayîn , “Bêdeng nemînin, dengê xwe mîna borî derxin û ji însanên min re xeletî û Çewtîyên wan nîsan bidin...” Ev dinya ne bêrehm e, lê Xwedê ji ke re dibeje "însanên min" jibo xeletî û Çewtîyên xwe dê werin azirandin. Xwedê pê ve diÇe û dibeje “Her Çend herro ji min re îbadetê dikin û bi zanabûna min kefxwes dibin: mîna mîlletekî rastîyê cîh anîye û devji rê û rêbazên Xwedeyê xwe bernedaye, jibo nîzama rastîn lavayî min dikin û nezîk bûna wana Xwedeyê ji wan re dilgesî ye.” Isaiah 58:1, 2 .

    Aha ji we re civatek ku dibejin em di rastîye de ne û gelek girîngî didine îbadeta Xwedeyê; lê azara Xwedê ya tûj, jiber ku nirxên pîroz xistin bin lingan, wan hemîyan biazîrîne. 

    Pexamber Isaiah, pase noqteyên qanûnê, ku hatin terkandin, nîsan dide: “…û lazim e tu wekî Tamîrkerê serkesîyê werî binav kirin…Eger hun li roja Sabathê, tistên ku dilê we dixwaze nekin û Sabatha min binpê nekin; û je re bejin xwes û ji roja Xwedê ya pîroz re bejin rûmetdar; û bi rîya xwe neÇin û bi tistên vala mijul nebin û wê rojê rûmet bikin: hîngê hunê ji Xwedê kêf bistînin” Isaiah 58:12-14.

    Di dema nezîk de, bi destê qanûnên gerdûnûya îbadeta Yeksemî, Seytan dê îtaet kirina Xwedê bike sûc

    Ev, jibo vê jî muteber e. Gava Dêra Katolîka Roma, Sabathê guhart, di qanûna Xwedê de, serkêsî Çêbû. Dem hatîye ku, dezgeha îlahî were restore kirin. Divê sêrkesî were tamîr kirin. Em, ji mîna wan kesên din ku vê sêrkesîyê tamîr bikin, hatin bijartin. Tu ji dixwazî, bibî yek ji van tamîrkerên vê sêrkesîyê ?  

    Tu dixwazî, di nav seetên pîroz ya roja Sabbatê Xwedê de, beyî ku bi gotina dilê xwe bikî û bi tistên vala re mijûl bî, roja Semîyê, pîroz qebûl bikî?

    Divê li ku biperezin

    26. Erê, jibo min serefek e ku yek ji wan tamîrkerên qanûna Xwedê bim. Lebelê, ti dêr nizanim ku bi sopandina reÇa încîlê û teshîr kirina papatî, rûmeta roja Sabathê digire. Loma, ez dikanim li ku derê perestina xwe bikim?

    Bas bizane ku, di vê dîlemayê de, tu ne tenê yî. Yên ku tevli vê projeya bûne gîs rastî vê rewsê bûn. Gava me vêdît ku Çi qas hindik li rastîyê hez dikin, em mecbur man ku dêrên xwe biterkînin. Yên ku dijebin, em rûmeta Sababthê digirin jî tenê jibo xapandinê vê tiûtê dikin. Tenê gava mimkun be yan jî li rehetîya wan hat, rûmeta roja Sabathê digirin. Dema sert û mercên qedexe kirinê derdikevin û bicîh anîna roja Sabathê dijwar dibe, van dêrana maf didin endemên xwe ku ayînên xwe yên Sabathê pîroz, di wextên din de bicîh bînin û gunehên wan jî efû dikin . Lê, Xwedê bi devê xwe gote me, “li sûna insanan, divê em bi gotina Xwedê bikin” Acts 5:29.

    Di dema nezîk de, bi destê qanûnên gerdûnûya îbadeta Yeksemî, Seytan dê îtaet kirina Xwedê bike sûc. Divê em xwe amade bikin ku, jibo ku roja Xwedê ya Sabathê pîroz dibînin, wekî sûcdaran werin hesibadin. Zû yan dereng, li dinê herkes bi vê dîlemayê rûbirû bimîne : îte eata kê bikim, însan yan Xwedê? Me bijartiye ku, her Çi zordarî û ceza li ser me be, em li Xwedê îtaet bikin Çimkî em li qaralîyeta bihûstê digerin.

    Jiber ku me terka hemî dêr û olên ku, li dijî rastîyê Xwedê ne, kirîye, me li malên xwe, bi hewl dana qezenc kirina malbat, heval û cîranên xwe ku em bikanibin civatên biÇûka bawermendan ava bikin, destbi îbadetên xwe kirîye. Loma jî, em dikanin soza îsayê daxwaz bikin “li ku derê, du yan sê kes, li ser navê min bicivin, Ez li wê derê, li nav wan im” Matthew 18:20.

    Em eyan dikin ku jibo îtaet kirina Xwedê, pistî em ji dêr û dînên sexte cuda bûn, (li pirsa18 binere) me tehma azadî û serbestî derxistîye. “û hunê rastîyê bizanin û rastî jî we gîskan azad bike” John 8:32. Ku hun bibiryar in ku jibo ku qîz û lawê Xwedê bin, cuda bin, bila ev bextewarî ya we be. “Yê serkeftî, van tistan hemîyan wergire” Rev. 21:7.

    -----------------------

    Emê dua bikin ku hun jî tevli tamîrkêrên sêrkesîyê qanûna Xwedê bibin û di rizgar kirina pirtir insanan li dinyayê me ku, berî duyemên hatina Xwedê û Xilaskerê me îsa Mesîhê, bi sansa xwe ya dawî re rûbirû ye, cîyê xwe bigirin. AMîN.

    Hemî ayetên încîlê, ji versîyona King James hatine girtin.

    Jibo standina kopîyekî kaxîz ya “PevÇûna Mezin (The Great Controversy)” (pirtukek ku yên ku piranîya tistên vê nivîsarê dide xuya kirin) yan jî standina kopîyekî “Xwestina Sedsalan (The Desire of Ages)” (pirtukek li ser jîyana îsa Mesîh), kerema xwe, bi http://www.worldslastchance.com pêywendîya me bikin.